ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29- 5 – 2025
29 gulan, 2025   02:00

Xelkê bajarê Kobanê diyar kir ku 26 sal e Rêber Abdullah di zindanê de ye û divê mafê hêviyê jê re were dayîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Heqî Dêrik diyar kir ku şehîd Alî Haydar Kaytan kesayetek dilnizm bû û hevalekî Rêber Abdullah Ocalan bû. Şehîd Riza Altun jî di xebata dîplomasiyê de timî serkeftî bû. Heqî Dêrik got "Her du şehîdan ji bo me jiyaneke nû û felsefeyek nû ava kirin, gelê me anîn roja azadî û serkeftinê." BI WÊNE Û DÎMEN

Qada çandî ya li bajarê Qamîşloyê şahidiya bûyereke sînemayî ya nimûneyî li Sûriyeyê ye. Li bajêr ev çend roj e Mîhrîcana Filman a Nûjiyan ku yek ji platforên hunerî yên jinan li herêmê ye û gaveke nimûneyî ya xurtkirina jinan di sînemayê de ye, dest pê kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Tebqayê projeyên sererastkirina tor û pompeyên ava vexwarinê li bajarokên Meskena, Dibsî û Dêr Hafir dan destpêkirin. Heya niha av gihaye ji sedî 60 niştecihên her du bajaran. BI WÊNE Û DÎMEN

Yezî El Elî ya ji bajarokê Meskana yê kantona Tebqayê, çîrokeke têkoşînê ya balkêş ku mînaka sebir û îradeyê ye, afirandiye. BI WÊNE Û DÎMEN

Di her havînê de şêniyên taxên bajarê Qamişloyê êşên krîza avê dikişînin, bi wê re şênî neçar dibin bi bihayên bilind bi rêya tankeran avê bikirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan a li Qamişloyê tê lidarxistin di roja xwe ya pêncemîn de didome. BI WÊNE Û DÎMEN

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Qamişloyê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê ji Çerxerêya Sonî dest pê dike, (10:00), her wiha xelkê bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi heman mijarê û di heman wextê de meşekê li dar dixin, girêdayî mijarê gelê bajarên Hesekê, Til Birakê û Holê meşekê bi heman rengî li Hesekê li dar dixin. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê şahiyek hunerî li Meskenê li dar dixe, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN