Hemasê û Witkoff li ser agirbestê li hev kir

Hemasê ragihand ku wê û Witkoff ji bo pêkanîna agirbestê li Xezayê, vekişîna hêzên Îsraîlê, rêdayîna derbasbûna alîkariyan û amadekirina komîteyekê ji bo birêvebirina karûbarên Xezayê, li hev kir. Lê li hemberî vê daxuyaniyê Îsraîl bi guman e.

Hemasê û Witkoff li ser agirbestê li hev kir
28 gulan, 2025   23:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê ragihand ku wê û nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff li ser pêkanîna agirbestê, vekişîna tevahî hêzên Îsraîlê ji Xezayê, rêdayîna derbasbûna alîkariyan û amadekirina komîteyekê ji bo ku karûbarên Xezayê bi rê ve bibe, li hev kir.

Di lihevkirinê de bi dehan girtiyên Îsraîlê di nav de gelek cenaze hene, li hember berdana hejmarek dîlgirtiyên Filistînê ku lihevkirin li ser pêk hatiye, werin berdan. Der barê vê xalê de Hemasê diyar kir ku ew li benda bersiva dawîn in.

Lê Îsraîlê ji bo van daxuyaniyan bi guman e. çavkaniyek Îsraîlê got Hemas propogandya xwe û şerê xwe yên derûnî didomîne.

Her wiha çavkanî got nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff beriya du rojan daxuyandibû ku Îsraîlê li ser pêşniyara wî erê kiriye, lê Hemasê red kiriye.

Çavkanî anî ziman ku şertên Hemasê, ne ji bo Îsraîl ne jî ji bo rêveberiya Amerîkayê tên qebûlkirin.

(mh/fr)