ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29- 4 – 2025

Sekreterê P.Ç.D.K-S’ê Salih Gedo diyar kir ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdistanê bi giştî nimûneyek e û divê li parçeyên din jî gavên ber bi yekitiyê ve bên avêtin.
Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelef El Meter bal kişand ser hewldanên desteyê yên ji bo dan û standinên bi Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê û UNICEF`ê re û got tevî nêzîkbûna dema ezmûnan jî wezaretê heta niha tu bersivek nedaye.
Bertekên li hember Danezana Destûrî ya desthilta Şamê zêde dibin. Siyasetmedarên ji Til Temirê bi tundî rexne li danezanê kir û got êşên gelê Sûriyeyê dubare dike.
Cotkarên gundewarê bajarê Hol dest bi çandina pembo (Zêrê Spî) kir û hêvî kir ku ev berhem ji bo aboriya xwecihî û ji bo wan bibe sala qezencê.
Gelê bajarên Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê û Til Hemîsê yên kantona Cizîrê tev li çalakiyên Bendava Tişrînê, ku ji 8’ê Çileya 2025’an ve didomin, dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)
DEM Partî beriya ji Rojava derkeve û berê xwe bide Bakurê Kurdistanê, bi serdana navenda MSD’ê ya Qamişloyê rêzegerên xwe bi dawî dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN
Yekitiya Rewşenbîran û Yekitiya Karkeran ên kantona Reqayê li ser girîngiya rola karkerên jin û mêr di avakirina civakê de, li Zanîngeha Îhtîhad a berê panelekê li dar dixe, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN
Xelkê bajarê Dêrikê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo şervanê QSD’ê şehîd Rogir Welat (Rûdî Xelef), li pêş mala wî ya li gundê Til Kerem merasîmeke xiyabî li dar dixe, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN