2 ferîbot noq bûn: Ciwanekî xeniqî û zirarên madî çêbûn

Li gundewarê rojavayê kantona Dêrazorê 2 ferîbotên (ebare) çemî noq bûn, di encamê de ciwanek xeniqî û zirarên madî çêbûn.

2 ferîbot noq bûn: Ciwanekî xeniqî û zirarên madî çêbûn
28 nîsan, 2025   23:37
 DÊRAZOR

Li gundewarê rojava yê kantona Dêrazorê 2 ferîbot noq bûn. Li deriyê El Cenîne yê li rojavayê Dêrazorê, ferîboteke çemento bar kiriye noq bû, di encamê de ciwanê bi navê Dawûd Ednan El Dawûd ku ji xelkê bajarokê El Cîe yê gundewarê rojavayê Dêrazorê ye, xeniqî.

Li deriyê Hetle, li nêzî pira Herbî (şer), ferîbota sebze bar kiriye noq bû.

Li Dêrazorê 5 pirên sereke hebûn, lê tevahî rastî wêraniyê hatin, ew jî ev in: pira Mueleq, pira di navbera Meyadîn û Zîban de, pira di navbera Eşara û Dernec de, pira di navbera Beqhan û Seyal de û pira di Bokemal û Baxoz de.

Ji bo çûnhatina aliyê din ê çemê Firatê, tevî xeteriyên mezin jî, şênî neçar dibin ferîbotan bi kar bînin.

Girêdayî wê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê di meha borî de tamîrkirina pira Herbî (Şer) kir, da ku barê şêniyan sivik bibe.

(mh/fr)

ANHA