KNK'ê bi partiyên siyasî re girîngiya Konferansa Yekrêziya Kurdî nîqaş kir
KNK'ê li bajarê Qamişloyê serdana partî û saziyên bajêr kir. Di serdanan de nîqaş li ser girîngiya "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" hatin kirin û bi rojeke dîrokî hat binavkirin.
Di çarçoveya nîqaşkirina encamnameya "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" ya ku di 26'ê Nîsanê de li Qamişloyê hatibû lidarxistin de, şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi partiyên siyasî û meclisên sivîl ên bajarê Qamişlo re, rêzecivîn pêk anîn.
Şandeya KNK'ê ji hevseroka Giştî ya KNK’ê Zeyneb Murad, hevseroka KNK'ê li Rojava Hêvî Mustefa û endamên Desteya Rêveber a KNK'ê Ebîr Hesaf û Taz Başa pêk hat.
Şandeyê di serî de serdana Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kir. Li wir bi Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr re civiya û gule dan dayikên şehîdan û danîn ser gorên şehîdan jî.
Piştre, şandeyê hevdîtin bi Navenda Firat a Lêkolînan re pêk anî. Her wiha bi hevseroketiya Meclisa Gelan a Demokratîk û hevseroketiya Meclisa Rêveber a kantona Cizîrê re civiya. Şande ji aliyê Hîkmet Hebîb, Arya Mela Ehemd, Vîvyan Beho û Hesen Şero ve hat pêşwazîkirin.
Di dawiya gera xwe de, şandeyê serdana navenda Kongra Star kir û ji aliyê berdevka kongrayê Reyhan Loqo û endamên Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star ve hat pêşwazîkirin.
Di hemû hevdîtin û civînan de, şandeyê li ser girîngiya lidarxistina "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" nîqaş kir û destnîşan kir ku yekrêziya Kurdî bi saya berxwedana şervanan, têkoşîna jinan û fedakariya şehîdan pêk hat.
Çaverê ye şande heta 30'ê Nîsanê serdana partî û saziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomîne.
(mh/fr)
ANHA