ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-10-2023
29 cotmeh, 2023   02:00

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gotin, li hemberî êrişan vebijêrka wan berxwedan û girêdana bi xakê ve ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Balafirên dewleta Tirk a dagirker ji sedî 50 qada ceyranê ya herêma Cizîrê wêran kir. Ji bo dabînkirina ceyranê hewldanên mezin têne kirin. Hevserokê Desteya Enerjiyê diyar kir ku niha tenê 35 megawatt/saet ceyran didin herêma Cizîrê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rageşiya li herêma "bêçek′′, şerê li Xezayê û bandora wê li dosyaya Sûriyeyê, her wiha helwesta Tirkiye ji şerê li Xezayê û rewşa li Başûrê Kurdistanê, mijarên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Jinên ciwan ku beşdarî `Komxebata Geşkirina Behremendiya Wêjeyî ya Jinên Ciwan’ bûne, amadekariya derxistina pirtûkekê bi nivîsên xwe dikin û gotin “Xwesteka di dilê me de bi cih hat, em hînî gelek agahiyên der barê nivîsê de bûn” (BI WÊNE Û DÎMEN)

TEvgera Hîlala Zêrîn a Hesekê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê, meşekê bi dirûşma "Bi yekitiyê û pêşengiya ciwanan em ê Sûriyeya pêşerojê ava bikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cenazeyê şehîd Ferhad Dêrik (Şiblî Şiblî) li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmeke bi heybet tê veşartin, saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Hîlala Zêrîn Mîhrîcana Şêwekariyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Tebqayê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)