Dayika Silêman Ehmed banga aşkerakirina çarenûsa zarokê xwe kir

Welatiyê bi navê Silêman Mihemed Ehmed dema ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibû agahî jê qut bûn. Malbata Silêman bang li aliyên têkildar ên Başûr kir ku çarenûsa zarokê wan aşkere bike.

Dayika Silêman Ehmed banga aşkerakirina çarenûsa zarokê xwe kir
29 cotmeh, 2023   09:14
HELEB
MIHEMED EBDO

Malbata welatiyê bi navê Silêman Ehmed a ji navçeya Cindirêsê ya dagirkirî ye û li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih dibe, ji 25`ê Cotmehê ve nikare agahî ji zarokê xwe werbigire. Silêman, dema ku di deriyê Pêş Xabûrê re ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibû ji nişke ve peywendî pê re qut bûn.

Li gorî malbatê, bavê Silêman 18`ê Sibata 2023`an bi temenê 66 sailyê wefat kiribû û wê demê dihat payîn ku Silêman serdana malbatê bike. Lê ji ber şert û mercan Silêman piştî 8 mehan  ango destpêka Cotmehê berê xwe daye Helebê û hatiye serdana malbatê.

Dayika Silêman, Sultana Ehmed diyar kir ku piştî ew ji Efrînê hatin koçberkirin (2018) Silêman ji bo kar û alîkariya malbatê berê xwe da bajarê Silêmaniyê yê Başûr.

Sultana bi bîr xist ku serdana zarokê wê piştî wefata bavî wî pêk hatiye û da zanîn ku dema ew hatiye Helebê hefteyekê li taxa Şêxmeqsûd maye.

Sultana anî ziman ku dema Silêman di ser rêya Başûrê Kurdistanê de bû, piştî ku deriyê Pêş Xabûr derbas kir agahî jê qut bûn û destnîşan kir ku herî dawî beriya ku deriyê Pêş Xabûrê yê di bin serweriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbas bike, bi telefonê axivîne. Ev yek nîşan dide ku ji ailyê çekdarên PDK`ê ve hatiye revandin.

Dayika Silêman Ehmed, Sultana Ehmed got ku zarokê wê hatiye revandin û bang li hemû aliyên têkiladr ên Başûrê Kurdistanê kir ku çarenûsa zarokê wê were aşkerakirin.

(c)

ANHA