Panorama hefteyê: Şerê li Xezayê bandorê li Sûriyeyê dike

Rageşiya li herêma "bêçek′′, şerê li Xezayê û bandora wê li dosyaya Sûriyeyê, her wiha helwesta Tirkiye ji şerê li Xezayê û rewşa li Başûrê Kurdistanê, mijarên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Panorama hefteyê: Şerê li Xezayê bandorê li Sûriyeyê dike
29 cotmeh, 2023   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten bi sernavê ′Peyamên Rûsyayê ji Erdogan re li Idlibê′ nûçeyeke nivîsî. Di nûçeyê de qala rageşiya ku hikumeta Şamê û Rûsyayê li Idlibê pêk tînin hate kirin. Hate gotin,  hedefkirina nuqteyên çeteyên ′Cebhet El Nusra′ û komên din ên li Sehil El Xab û gundewarên Idlibê ji hêla hikumeta Şamê ve bi ′hebûna lerşkerî ya xurt a Rûsyayê ya li herêma bêçek′ ve girêdayî ne. Li gorî rojnameyê ev peyamek ji rêveberiya serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re ku divê lihevkirinên dualî bi Moskovê re yên taybet bi herêmê pêk bîne.

′ÊRIŞA BEJAHÎ YA ÎSRAÎLÊ LI DIJÎ XEZAYÊ HÎNA DI ROJEVÊ DE YE′

Rojnameya El Ereb jî cih da operasyona bejahî ya Îsraîlê ya li dijî Xezayê.

Li gorî nûçeya rojnameyê, daxuyaniyên leşkerî yên Îsraîlê yên têkiladrî pêkanîna oeprasyoneke bejahî li dijî Xezayê bi armanca têkbirina hêza Hemasê, israra wê nîşan didin. Hat destnîşankirin ku ev yek di demekê de tê ku Îsraîl derfetê dide Qeter û Misirê ku navbeynkariyê bikin û ji bo berdana dîlgirtiyan zextê li Hemasê bikin.

Li gorî rojnameyê, Îsraîl dizane ku di aliyê leşkerî de dibe ev operasyon hefte yan mehan dirêj bike ji lew re dereng dixe, di aliyê siyasî de jî demê didin navbeynkaran da ku berdana girtiyan bê misogerkirin.

BANDORA ŞERÊ LI XEZAYÊ LI SÛRIYEYÊ

Rojnameya El Erebî El Cedîd di hejmara xwe ya îro de, bal kişand ser êrişên li dijî balafirgehên Heleb û Şamê ku di encamê de ji xizmetê derketin.

Li gorî nûçeya rojnameyê, di demekê de ku li başûrê Sûriyeyê ji ber şerê li Xezayê alozî heye, armanca van êrişan astengkirina gihandina desteka leşkerî ya Tehranê ji bo hêzên alîgirên wê yên li Sûriyeyê ye.

′DEWLETA TIRK DEV JI HEMASÊ BERDIDE′

Rojnameya Şerq El Ewsat jî têkildarî nîşaneyên dûrketina dewleta Tirk ji Hemasê nûçeyek nivîsand.

Di nûçeyê de hat gotin ku ruxmî dewleta Tirk daxwaza derketina fermandarên tevgera Hemasê ji axa xwe derewand, lê belê nîşaneyên heyî piştrast dikin ku têkiliya tevgerê û Enqereyê zirar dîtiye. Li gorî rojnameyê, nûnerên îstîxbarata dewleta Tirk 7′ê Cotmehê bi fermandarên Hemasê re civiyane û ew agahdar kirine ku desthilatdarên Tirkiyeyê li gel gefên Îsraîlê nikarin ewlehiya wan misoger bikin. Hat gotin ku fermandarên Hemasê jî biryar daye ku bi awayekî serbixwe derkevin.

′GIRANIYA PDK′Ê PAŞDE DIÇE′

Rojnameya El Ereb cih da tevkariya PDK′ê bi dewleta Tirk a dagirker re û bertekên li hemberî vê tevkariyê. Di nivîsê de hate gotin, rexneyên Kurdên li herêmê, yên li Iraq û yên li derveyî welatê li hevkariya di navbera dewleta Tirk û PDK′ê ya bi serkêşiya ferdên malbata Barzanî de hene. Her wiha hate gotin, PDK′ê wekî ′Xayîn′ ji aliyê Kurdan ve tê binvakirin.