ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-05-2026
29 gulan, 2026   02:00

Endamê Nivîsgeha Rêveberî û Rêxistinî ya Kongreya Îslama Demokratîk Mezher Şêxo diyar kir ku tayînkirina endamên parlamentoya Sûriyeyê ji senaryoyên rejîma Baasê cuda nîn e û wekî "şanoyeke komîk" bi nav kir ku dûrî îradeya pêkhateyan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Dêrikê diyar kir ku zimanê kurdî nasname û hebûna neteweyî ya gelê Kurd e û xwest tevahî mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin naskirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Girkê Legê diyar kir bi garantîkirina mafên hemû pêkhateyan dê edalet û wekhevî pêk werin û jiyana hevbeş xurt bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Zêdebûna bacên gumrikê li ser pêdiviyên avahîsaziyê bû sedema fikarên mezin di sektora avahîsaziyê de. Hişyarî hene ku eger ev zêdebûn bidome dê xebatên avahîsaziyê bisekinin.