Li Hemayê di êrişa çekdarî de 2 kes hatin kuştin

Di êrişa çekdarî ya li dijî hejmarek welatiyan li gundê Qahîre yê herêma Xab a Hemayê de 2 kes hatin kuştin û 4 birîndar bûn.

Li Hemayê di êrişa çekdarî de 2 kes hatin kuştin
28 gulan, 2026   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Qahîre yê herêma Xab a bakurê Hemayê çekdarên nenas gule berdan hejmarek welatiyan, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, navên kesên hatine kuştin Îsam Mehmûd û Ebdulhadî Mehmûd in. Ew ji Taîfeya Mirşîdiyê ne.

Heta niha sedemên êrişê û nasnameyên aliyê pêk aniye nehatine zanîn.

(fr)