Îlham Ehmed serdana Rêveberiya Efrînê kir

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed serdana herêma Efrînê kir. ji 2018ˊan ve ev serdana yekemîn e.

Îlham Ehmed serdana Rêveberiya Efrînê kir
28 gulan, 2026   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed îro, serdana Herêma Efrînê kir. Ji 2018ˊan ve ev serdana yekemîn e.

Serdana di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Qurbanê de pêk hat. Îlham Ehmed ji aliyê Gerînendeyê Herêma Efrînê Xeyro El Elî El Dawûd û berpirsê Ewlekariya Hundirîn Suraqa Emorî ve li avahiya Rêveberiya Herêma Efrînê hat pêşwazîkirin.

Çavkaniyên xwecihî bi bîr xist ku piştî serdana Rêveberiya Efrînê, Îlham Ehmed berê xwe da gundê xwe yê Zerka yê navçeya Racoyê û ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin.

(fr)