ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-02-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-02-2024
29 sibat, 2024   02:00

Şêniyên Kobanê diyar kir ku ew deyndarên Rêber Abdullah Ocalan in û bi dayîna îmzeyên xwe û çalakiyan dê li dijî tecrîdê tê bikoşin û got "Heta rêberê me di tecrîdeke mutleq de be em bê deng namînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx Murşid Maşûq El Xeznewî destnîşan kir ku tevî hebûna gelê Kurd li ser xaka xwe ya dîrokî, lê dîsa jî îtîrafek bi hebûna wî ya li ser vê xakê nehatiye kirin û got: “Lê bi saya vê projeyê ez li Rojava me." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi armanca têkbirina dorpêçê û şikandina keysbaziya bazirganan Komîteya Aboriyê ya Kongra Star a Helebê li gorî pergala kooperatîfan dest bi projeyeke çandiniyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîzer El Xelef amûrek xirabe û kevn sererast kir û veguherand traktoreke biçûk û xewna zaroktiya xwe bi derfetên xwe yên xweser pêk anî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hîn jî axaftina li ser projeya korîdora aborî ya nû didome. Tevî girîngiya wê û propagandaya ku jê re hatiye çêkirin, lê dîsa jî çavdêr dibînin ku li pêşiya wê gelek astengî hene. Gelo girîngiya vê projeyê çi ye? Astengiyên li pêşiya wê jî çi ne?

Rêveberiya Dibistana a Amûdê turnuvayeke Pin Pongˊê li ser asta dibistanên navîn û amadehî li bajêr û gundewaran li Dibistana Tîrêj a Amûdê ya Keçan li dar dixe, saet 10:30ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Êzidî ya Tirbespiyê bi boneya 8ˊê Adarê li Mala Êzidiyan a navçeyê semînerekê dide, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Til Hemîsê li hola navenda çandê li ser 8ˊê Adarê semînerekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Navçeya Til Birakê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Dêrikê li pêş meclisê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Çilaxa bi boneya 8ˊê Adarê meşekê li dar dixe, meş ji çerxerêya Jin a li rojhilatê navçeyê ve dest pê dike, saset 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya 8ˊê Adarê rêçalakiyan li kantona Minbicê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan şehîdên Sibatê bi bîr tîne, saet 15:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê navçeyên Dêrikê cenazeyên 3 şehîdên Hêzên Sotoro yên di êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne oxir dike. Merasîm li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrikê li dar dikeve, saet 15:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser gorên şehîdan ên li goristana Mınbicê mûman pêdixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, ku herî dawî endamên Hêzên Sotoro şehîd bûn, li pêş meclisê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jin a Saziya Olî ya Helebê ji bo şermezarkirina bûyera tundiya li dijî jinekê li Reqayê li pêş navenda Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a li taxa Şêxmeqsûdê daxuyaniyekê dide, saet 14:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA