Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê şehîd Sara û Bîşeng bi bîr anîn

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê bi çalakiyekê şehîd Sara Hogir û Bîşeng Brûsk ku di 28'ê Tîrmeha 2023'yan de di encama êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne bi bîr anîn.

28 sibat, 2024   23:19
HELEB

Bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî li goristana şehîdan a berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf kom bûn. Li wir ciwanan bi meşeke meşaleyan tev li wan bûn.

Di serî de endama Koordînasyona Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir rola herdu şehîdan di rêxistinkirina ciwanan de anî ziman û got: "Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker ew hedef girtin, ji ber ku wan ciwan ji metirsiya şerê taybet ê ku ji aliyê pergalên desthilatdar ve tê meşandin hişyar kirin."

Hêva Bekir diyar kir ku dagirkeriya Tirk ji ciwanên ku bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan perwerde bûne û hatine birêxistinkirin ditirse û got: "Dagirker nikarin îradeya van ciwanan têk bibe."

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana herdu şehîdan hat pêşandan û beşdaran li ser gorên şehîdan mûm pêxistin.

(mh)