Îsraîlê Seyide Zeyneb a Şamê hedef girt

Li gorî dezgehên çapemeniyê Îsraîlê destpêka rêya Seyide Zeyneb li derdora Şamê hedef girt, li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene.

Îsraîlê Seyide Zeyneb a Şamê hedef girt
28 sibat, 2024   22:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke girêdayî hikumeta Şamê daxuyand ku pergala parastina asîmanî ya hêzên Şamê bersiva armancên dijber li derdora Şamê dan.

Rojnameya El Wetenî jî diyar kir ku li asîmanê Şamê û derdora wê dengê teqînan hat bihîstin û pergala paratina asîmanî gelek moşek xistin.

Radyoya Şam FM jî anî ziman ku Îsraîlê bajarokê Hecîra û yek ji nuqteyên di destpêka rêya Seyide Zeyneb hedef girtin û li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene û tîmên agirkujiyê berê xwe da herêmê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) got li Şamê û derdora wê di encama hedefgirtina Îsraîlê de teqîn çêbûn. Li kêlek wê Tora El Erebiye jî got Îsraîlê malek li herêma Seyide Zeyneb a Şamê kir armanc.

Malpera Meyadîn a bi ser Îranê ve destnîşan kir ku li herêma Seyide Zeyneb a Şamê dengê teqînên mezin hat bihîstin.

(fr)