ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 – 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28 – 10 – 2024
28 cotmeh, 2024   02:00

Şêniyên ji bajarên Şedadê û Til Temirê diyar kirin ku piştî nameya Rêber Abdullah Ocalan divê xwe ji pêvajoyeke nû ya berxwedanê re bi rêxistin bikin. Şêniyan destnîşan kir ku mezinkirina têkoşînê, misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Bavê şehîd Fereh El Berho ji ser kavilên mala xwe ya wêranbûyî, kêliya şehadeta keça xwe vegot û got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi ser nakevin, berojavî îsrara me ya berxwedanê zêde dikin."

Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê diyar kirin ku her cara dewleta Tirk nikare pirsgirêkên xwe yên hundirîn çareser bike, berê xwe dide herêmên me û sivîlan topbaran dike.

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundê Um El Kêf ê Til Temirê de zerarên madî yên mezin li mal û milkên gundiyan bûn. Gundiyan diyar kir ku ew dest ji xaka xwe bernadin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqa şehîdên mehên Îlon û Cotmehê li navenda Çandê ya Reqayê bi bîr tîne, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ji Çerxerêya Sonî ve xwepêşandanekê li dar dixe, saet 10:00ʹan, li bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê ji pêş navenda Trafîkê xwepêşandanek tê lidarxistin, saet 11:00ʹan, li bajarê Çelebiyê yê kantona Firatê xwepêşandanek ji pêş meclisa bajêr ve tê lidarxistin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Bajarê Şedadê ji bo şermezarkirina êrişan xwepêşandanekê ji pêş Parka Rêbertî ve li dar dixe, saet 11:00ʹan, her wiha xelkê Holê xwepêşandanekê ji pêş Komeleya Perwerdê ve li dar dixe, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya xwe ya li Qamişloyê daxuyaniyekê dide, saet 11:00ʹan, her wiha partiyên siyasî yên li Tirbespiyê li pêş Nivîsgeha Rêxistina PYDʹê ya li bajêr daxuyaniyekê didin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)