Li sînorê Iraq-Sûriyeyê erdhej

Desteya Giştî ya Meteorolojî û Çavdêriya Erdhejê ya Iraqê diyar kir ku li nêzî sînorê Iraqê-Sûriyeyê ku 85 kîlometre ji navçeya Tilefer a parêzgeha Nînovayê ve dûr e, erdhej çêbû.

Li sînorê Iraq-Sûriyeyê erdhej
27 cotmeh, 2024   22:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora desteyê, bi pileya 2,1 li nêzî sînorê Iraq-Sûriyeyê saet di 07:07ʹan vê êvarê de erdhejek pêk hat.

Di rapora desteyê de hat aşkerakirin ku niştecihên li nêzî cihê erdhej pêk hatiye, erdhej hîs nerkirin.

(fr)