ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-10-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-10-2023
28 cotmeh, 2023   02:00

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî destnîşan kir ku ew ê di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, gelek çalakiyan li dar bixin da armancên pêngavê pêk werin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Derhêner Elî Bedirxan piştgiriya xwe ji pêngava cîhanî ya  "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” nîşan da û got, têkoşîn rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd e. (BI WÊNE)

Dewleta Tirk a dagirker li aliyekê ji bo zarokên Filistînê rondikên derewîn dibarîne, lê pêwendiyên xwe yên bi Îsraîlê re jî qut nake, li aliyê din êrişên wekî Îsraîlê li dijî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne. (BI WÊNE).

Şêniyên Helebê destnîşan kirin ku xiyanet ji dagirkeriyê metirsîdartir e û li pêşiya bidestxistina destkeftiyan dibe astengî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Jinên rêveber Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê wekî rêya çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya xelkê Dêrazorê nirxandin û gotin, biryarên di kongreyê de hatine girtin dê bi awayekî mezin rola jinan di civakê de xurt bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê projeyên qîrkirina rêyan ber bi dawî ve diçin. Şaredariya Gel a Reqayê ji 45 kolanên sereke, qîrkirina rêyên 33 kolanan bi dawî kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşma "Bi rêbazên Sosyolojî Azadiyê em ê pirsgirêkên ciwanan çareser bikin" panelê li ser navenda PYD′ê ya li bajarê Hesekê li dar dixe, saet di 08:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" konê çalakiyan li kampa Serêkaniyê tê vedan, saet di 09:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya xwe ya duyemîn li xwaringeha Teyfûr a li bajarê Hesekê li dar dixe, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi dirûşma "Xwendin ronahî ye" Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li hola Zana ya li bajarê Qamişloyê dest pê dike. Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, bi hevkariya Desteya Çandê ya herêma Cizîrê hatiye organîzekirin, saet di 11:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê daxuyeniyekê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide. Daxuyanî li ber avahiya navçeyê tê dayîn, saet di 12:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-li kampa Girê Spî ya li gundê Til Semir ê bakurê Reqayê Mîhrîcana 4′amîn a Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyê dest pê dike, saet di 12:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA

-