Kongra Star çalakiyên pêngava ji bo azadiya Rêbertî aşkera kirin

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî destnîşan kir ku ew ê di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, gelek çalakiyan li dar bixin da armancên pêngavê pêk werin.

Kongra Star çalakiyên pêngava ji bo azadiya Rêbertî aşkera kirin
28 cotmeh, 2023   05:41
HESEKÊ
SÎBELCAN SELMAN

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî çalakiyên kongrê yên di çarçoveya pêngava cîhanî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, eşkere kirin.

Welîda Botî bal kişand ser armanca pêngavê û got: ′′Bi ragihandina pêngava cîhanî re gelek welat tev lê bûn, me ji tevlêbûna xwe ji bo pêngavê ragihand, da ku çalakiyên xwe yên ji bo azadiya rêbertiya xwe û têkbirina komploya navneteweyî zêde bikin."

Welîda Botî diyar kir ku ruxmî tecrîda dermirov ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, lê îradeya wî lawaz nebû, bi dehan qat zêdetir dibe û berxwedaneke bêhempa li dijî pergalên kapîtalîst ên destpotî dide meşandin.

Welîde Botî destnîşan kir ku dewletên zordest û kapîtalîst di şexsa Rêber Abdullah Ocalan de hemû gelên azadîxwaz hedef digire û hewl dide îradeya wan têk bibe û qir bike.

'EM Ê BI ÇALAKIYÊN XWE FIKRÊ RÊBERTÎ BELAV BIKIN'

Der barê çalakiyên rêxistinên jinan de Welîda Botî got: "Ji bo belavkirina fikir û felsefeya Rêbertî di nava tevahî gelan de û li seranserî cîhanê, em ê çarçoveya çalakiyên xwe berfirehtir bikin. Em ê li navçe, bajarok, gund û bajaran civînên berfireh û meşên girseyî li dar bixin. Em ê semîner û daxuyaniyan bidin. Em ê asta  girêdana xwe ya bi dozê û rêbertî ve bidin xuyakirin."

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina pêngavê kir û got: "Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberî em ê berxwedana xwe dehan qatan xurtir bikin. Em bang li gelên azadîxwaz dikin ku dakevin qadan û tevlî me bibin."

(mh)

 ANHA