Jinan biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê ya Dêrazorê nirxandin

Jinên rêveber Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê wekî rêya çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya xelkê Dêrazorê nirxandin û gotin, biryarên di kongreyê de hatine girtin dê bi awayekî mezin rola jinan di civakê de xurt bike.

Jinan biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê ya Dêrazorê nirxandin
28 cotmeh, 2023   06:41
DÊRAZOR

Di ′′Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ji bo Pêşxistin û Xurtkirina Hevkariyê li Dêrazorê′′ ya 22′ê Cotmehê hatibû lidarxistin de, biryarên girîng hatin girtin. Ji wan biryaran; pergala hevserokatiyê bi awayekî durust were aktîfkirin, xweseriya jin û ciwanan werin parastin û rola wan were pêşxistin.

Hevseroka Komîteya Xizmetguzarî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Hîba El Zarai biryarên kongreyê, nemaze biryarên têkildarî jinan, ′′Gelekî girîng′′ nirxandin û got, ev biryar dê di radeyeke yekemîn rola jinan di civakê de xurt bike.

Hîba El Zarai bal kişand ser girîngiya rola jinan di hemû rêveberiyan de û diyar kir ku, projeya Rêveberiya Xweser bi awayekî mezin piştgiriya jinan dike. Her wiha xwest ku biryarên kongreyê bi lez werin pêkanîn.

Hevseroka Nivîsgeha Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Îman El Mihêmîd da zanîn ku kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê li ser daxwaza xelkê tevahî herêmên Dêrazorê hat lidarxistin û wiha domand: "Pêwîstiya pêkanîna encamên kongreyê bi mekanîzme û demeke diyar heye. Eger encamnameyên kongreyê werin pêkanîn, wê rewşa Dêrazorê ber bi ewlehî û îstiqrarê ve pêş de biçe."

Endama Meclisa Dêrazorê ya Kombûna Jinan a Zenûbya Leyla El Ebdullah jî biryarên kongreyê wekî gaveke girîng û rêya çareserkirina pirsgirêk û zehmetiyên li pêşiya xelkê Dêrazorê nirxand.

“Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ji bo Pêşxistin û Xurtkirina Hevkariyê li Dêrazorê”  piştî rêzecivînên bi xelkê Dêrazorê re û guhdarîkirina li nêrîn û daxwazên wan hat lidarxist.

Ji biryarên din ên kongreyê, di nava 6 mehan de meclisên xwecih, qanûnsaz, rêveber, şaredarî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji nû ve werin sazkirin.

(bb)

ANHA