ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-07-2026
28 tîrmeh, 2026   02:00

Şêniyên Tirbespiyê destnîşan kir ku serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û ew dikare pirsgirêkan çareser bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li ser rêya gundê Çetelê yê Dirbêsiyê gelek qeza rû didin. Şêniyên gund daxwaza çareseriyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên bajarê Kobanê ji ber bidawîbûna dan û standina bi pereyê kevn û tunebûna navendên pevguhertina pereyan, bi gazinc in. Şênî dixwazin dema dan û standinê ya bi pereyên kevn were dirêjkirin û navendên pevguhertina pereyan werin vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Qehwexaneya El Hemra ku li Dirbêsiyê ya herî kevnar e, taybetmendiyên xwe yên kevnar parastine û bûye meqseda şêniyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Kobanê ji bo bîranîna şehîd Pêşeng Birûsk, Sara Hogir, Vejîn Çiya, Weed, Ronî Xefer û Tolhildan Qendîl, civînekê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar dixe. 11.00 (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) panelkê bi sernavê Peymana 29`ê Çileyê, çi pêk hat çi pêk nehat, li dar dixe, li navenda xwe li bajarê Qamişlo. 19.30. Her wiha ahenga imzekirina pirtûka nivîskar Norhan Hesen li dar dixe. 21.00 (BI WÊNE Û DÎMEN).

Navenda Dicle ya Çand û Hunerê li bexçeyê Dicle şahiyekê li dar dixe, hozan Comerd û Berbang Hilat beşdarî şahiyê dibin. 20.00 (BI WÊNE Û DÎMEN).