Şêniyên Qamişlo ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê xwepêşandan kirin

Şêniyên Qamişlo ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê û xizmetguzariyan, derfetên kar û gihîştina pêdiviyên bingehîn xwepêşandanên xwe didomînin.

Şêniyên Qamişlo ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê xwepêşandan kirin
Şêniyên Qamişlo ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê xwepêşandan kirin
Şêniyên Qamişlo ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê xwepêşandan kirin
Şêniyên Qamişlo ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê xwepêşandan kirin
Şêniyên Qamişlo ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê xwepêşandan kirin
Şêniyên Qamişlo ji bo baştirkirina şert û mercên jiyanê xwepêşandan kirin
27 tîrmeh, 2026   23:14
QAIMIŞLO

Îro komek şêniyên Qamişlo ji bo daxwaza baştirkirina şert û mercên jiyanê û xizmetguzariyan li herêmê xwepêşandanek lidar xistin.

Xwepêşanderan pankartên bi nivîsên ku daxwaza baştirkirina xizmetguzariyan û peydakirina pêdiviyên bingehîn hildan û nerazîbûna xwe li hember bilindbûna bihayan, zêdebûna rêjeyên bêkariyê û kêmbûna av, elektrîk û xizmetguzariyên tenduristiyê anîn ziman.

Şêniyê bi navê Selîm Mecîd li ser navê xwepêşanderan axivî û diyar kir ku paşguhkirina herêmê êşa şêiyê wê girantir dike, lewma dadikevin kolanan da ku mafên xwe yên bingehîn bixwazin.

Xwepêşanderan diyar kirin ku heta  daxwazên wan werin bicîhanîn û biryarên ku xizmeta gel nakin û dibin sedema bihabûn werin betalkirin ew ên xwepêşandanên xwe dewam bikin.

(k)