ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-05-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-05-2024
28 gulan, 2024   02:00

Beşdarên rûniştinên xwendina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan got: "Divê parêznameyên Rêbertî li her maleke li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebin; ji berk u rêya yekane ya gihandina ber bi neteweya demokratîk û pêxistina civakan e."

Dayîkên Kantona Firatê berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û bal keşand li ser berxwedana gerîla ya ku li hemberê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker şerê azadiyê didin meşandin.

Piştî êrişa dawîn a dewleta Tirk a dagirker a li çiyayên Metîna yên Başûrê Kurdistanê ya li dijî gerîla, ev demek e navê Metîna bûye manşêta rojnameyên erebî, kurdî û herêmî û hîna wisa di rojevê de ye.

Malbatên ˊPêşmergeyên Rojˊ bang li zarokên xwe kir ku çekê bavêjin, êdî xiyanetê li gelê xwe nekin, vegerin warê xwe û nekevin nava planên dewleta Tirk a dagirker.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Girê Spî Heza Mihemed destnîşan kir ku şêniyên herêmê fêm kiriye plan û armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çi ne û got “Em nahêlin ev planên dagirkirinê bigihêjin serî. Em dev ji axa xwe bernadin û dê planên wan têk biçin."

Şêniyên Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê ji bo parastina zeviyên çandiniyê, li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn nobetê digirin.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya herêmê, tevî avê, li gelek qadên xizmetguzariyê tengasî çêdibin. Li Girkê Legê şênî bi awayekî kollektîf çareseriyê ji pirsgirêka avê re peyda dikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê bi çalakiyekê li Nivîsgeha PYDˊê şehîdên mehên Adar, Nîsan û Gulanê bi bîr tîne, saet 10:00ˊan, li Girkê Legê jî çalakiya bîranîna şehîdan li Navenda Aram Dîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê li dar dikeve, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Parêzeran a Kantona Dêrazorê bi sernavê ˊCezayên ketober li dijî têkoşerên birûmet ji hêla dadgehên Tirkiyeyê ve bi sedema piştgiriya wan ji berxwedana Kobanê reˊ paneleke diyalogê ya qanûnî li hola civînan a Meclisa Rêveber a kantonê li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bi şahiyekê li Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxa namzetên xwe dide nasîn, saet 11:00ˊan, li Til Hemîsê şahiya propagandaya hilbijartinê ya tifaqê tê lidarxistin, saet 10:00ˊan, li bajarê Holê şahî tê lidarxistin, saet 16:00ˊan, her wiha li gundê Babinisê û bajarokê Fafînê yên kantona Efrîn û Şehbayê civînên gel tên lidarxistin, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Yekitiya Demokrata Kurd li Sûriye (YEKITÎ) ji bo xwendina bernameya xwe ya hilbijartinê û lîsteya namzetên partiyê yên Meclisa Şaredariya Reqayê li nivîsgeha xwe ya bajêr civîneke çapemeniyê li dar dixe, saet 12:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Firatê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos şehîd Armanc Kobanê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê oxir dike, saet 13:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya Desteya Perwerdê ya kantona Reqayê bi boneya bidawîbûna sala xwendinê li Navenda Kewkeb a Zarokatiyê ya bajêr ji keç û xortên şehîdan re şahiyekê li dar dixe, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)