Li Tebqa ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bi şahiyekê namzetên xwe nasandin

ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ li yarîgeha Meclisa Werzîşê ya Tebqayê şahiya propagandaya hilbijartinê li dar xist.

Li Tebqa ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bi şahiyekê namzetên xwe nasandin
Li Tebqa ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bi şahiyekê namzetên xwe nasandin
Li Tebqa ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bi şahiyekê namzetên xwe nasandin
Li Tebqa ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bi şahiyekê namzetên xwe nasandin
Li Tebqa ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bi şahiyekê namzetên xwe nasandin
Li Tebqa ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bi şahiyekê namzetên xwe nasandin
Li Tebqa ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bi şahiyekê namzetên xwe nasandin
Li Tebqa ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ bi şahiyekê namzetên xwe nasandin
27 gulan, 2024   23:39
TEBQA

Di şahiyê de bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclis û desteyên wê, partiyên siyasî û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê beşdar bûn.

Di serî de hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Tebqayê Ehmed El Xelef got: "Ev rojên ku em îro tê de ne berjema ked û fedakariyeke mezin ên gelek salan e. Ew jî di çarçoveya Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya bi pêşengtiya jinan û ciwanan de ye. Îro li kantona Tebqayê piştî pêkanîna pêşhilbijartinên şaredariyan li ser asta kantonan, em îro lîsteya ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ eşkere dikin. Ev lîste hemû pêkhate û gelên herêmê di nav xwe de dihewîne da ku gel bikare rola xwe ya sereke û bi awayekî zelal di hilbijartinan de bilîze, demokrasiyê pêk bîne û kesên guncaw ji bo birêvebirina herêmên xwe hilbijêrin."

Her wiha bi navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê Semîra Hebeş got: "Bi pêkanîna Hevpeymana Civakî ku di malzaroka xwe de jidayikbûneke nû ya civakeke demokratîk a azad hilgir, jinan karî xwe di rêxistinên jinan de bi rêxistin bikin û di biryardayînê de xurt bikin."

Semîra Hebeş wiha domand: "Di 28'ê meha borî de pêşhilbijartin çêbûn û tê de jinan bi awayekî balkêş beşdar bûn û îradeya xwe ya azad temsîl kir. Ev pêvajo ji bo avêtina gavên dîrokî ji bo pêşeroja herêmê û pêkanîna nirxên demokrasiyê, pir girîng bû."

Piştre, namzetên tifaqê hilkişiyan ser dikê û xwe dan nasîn û bernameya xwe ya hilbijartinê eşkere kir.

Di dawiya şahiyê hunermend Raman Mihemed û Şadî El Zubeydî stran gotin û beşdaran dîlan gerand.

(mh)

ANHA