Di salvegera damezrandina 25ˊan a KNKˊê de: Bangên yekitî û daneheva mala Kurdî

Bi boneya damezrandina KNKˊê, Nivîsgeha Rojava ya KNKˊê li hola El Burc a li taxa Siyahî ya Qamişlo şahiyek li dar xist.

27 gulan, 2024   23:10
QAMIŞLO

Di 24-25-26.05.1999’an de li bajarê Amsterdam ê Hollandayê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat damezrandin. 25 sal di ser damezrandina KNKˊê re derbas bûn.

Di şahiyê de şandeyên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), TEV-DEM, Kongra Star, rûspî û şêxên eşîran, kesên ji hêz û tevgerên siyasî, Kongra Îslama Demokratîk, kesayetên civakî, akademisyen, hunermend, rewşenbîr û nivîskar bedşar bûn.

Di şahiyê de cîgira hevserokatiya Nivîsgeha KNKˊê li Rojava Hêvî Mistefa salvegera damezrandinê pîroz kir û got: "Pêdivî bi yekitiya gelê Kurd heye. Ger yekitî hebûya, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê nedihatin dagirkirin."

Hêvî wiha domand: "Di nava şerê cîhanê û xêzkirina nîşaneyên nexşeya nû ya Rojhilata Navîn de em hêviyên yekitiyê li dar dixin."

Hêvî bang li gelê Kurd kir ku ji bo zextkirina li partî û hêzên Kurdistanî ku kongreyeke neteweyî li dar bixin û lêvegereke siyasî ya yekgirtî ava bikin, helwesteke cidî nîşan bidin.

Endamê Konseya Rêveber a KNKˊê Ekrem Hiso got KNKˊê dozên gelan, civakên Kurdistanê û piştgiriya wê hilda ser xwe û got: "KNKˊê di 25 salên têkoşînê de roleke mezin ji bo rakirina nakokiyan lîst. Armanca wê pêkanîna yekitiyê di nava Kurdan de ye."

Pîrozbahiyên ji partî, tevger û hêzên siyasî ve hatine şandin, hatin xwendin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd got: "Yekitiya niştîmanî armanca gelê Kurd e. Ji bo pêkanîna vê armancê jî em dibînin ku KNK'ê bi ruhê berpirsiyarî nêzî dibe û roleke pêşengtiyê ji bo yekkirina Kurdan û parastina destkeftiyan dilîze."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo wiha axivî: "Ev 25 sal e KNKˊê xizmetî gelê Kurd dike û bandora wê li ser Şoreşa Rojava jî heye. Têkoşîna KNK'ê cihê rêzê ye. Ji bo parastina destkeftiyan jî pêwîstî bi karên hevbeş heye."

Her wiha, sekreterê giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Salih Gedo ku bi xwe yek ji beşdarên civîna damezirîner a KNK'ê bû got: "Di salên borî de KNKˊê gavên cidî ji bo nêzîkkirina Kurdan avêtin. Em hêvîdar in ku di dema pêş de gavên din ji bo yekkirina gelê Kurd ku ew jî armanca tevahiya Kurdan e, bên avêtin."

Piştre, dîmenên li ser xebatên KNK'ê ji dema damezirandinê heta niha hatin pêşandan.

Hevseroka Daîreya Têkiliyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed panela li ser girîngiya yekitiya Kurdî hemwextî geşedanên herêmî û navneteweyî, bi rê ve bir.

Îlham Ehmed diyar kir ku yekitiya Kurdana ne tenê para partî û hêzên siyasî ye, lê belê ya tevahî civakê ye.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan di serî de balafir û çekên kîmyewî hewl da dozê tune bike. Pêwîst e ew li xwe vegere û rêbaza çareseriyê pêş bixe.

Her wiha, Îlham Ehmed piştrast kir ku eger pirsgirêka Kurd çareser be, wê demê Rojhilata Navîn dê ber bi aştî û aramiyê ve biçe û teqezî bi girîngiya yekitiyê hemwextî metirsiya li dijî herêmê, da.

(mh)

ANHA