ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-8-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-8-2025
27 tebax, 2025   02:00

Siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku divê rayedarên Tirkiyeyê der barê Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, gavên şênber bavêjin. BI WÊNE Û DÎMEN

Komîna Fîlm a Rojava bi piştgiriya TEV-ÇAND’ê, bi armanca pêşxistina lîstokvaniya sînemayî di 16’ê Tebaxê de kargehek vekir û 15 kes perwerdeya lîstokvaniya sînemayê dibînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk da zanîn ku tevlîvûna Hêzên Sûriyeya Demokratî (QSD) di nav artêşê de derfetek e ji bo avakirina saziyek leşkerî ya neteweyî ya ku dikare cihêrengiyê bicîh bîne û welêt biparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Girkê Legê şehîdên mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan bi bîr tine (9:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî nêrîna siyasî û olî ya kongreyê panekelê li hola Navenda Çandî ya Tebqayê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê û Yekitiya Hunermendan a kantona Cizîrê hunermendê nemir Rifat Darî bi şevbuhêrkekê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi bîr tîne (18:00`an). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Pêl bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê li kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê çalakiyeke hunerî li Navenda Çandî ya kampê li dar dixe (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN