Bafil Talebanî: Em li gel parastina berjewendiyên li Rojavayê Kurdistanê ne

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso û endamê Desteya Serokatiya PYD’ê Salih Muslim û Foza Yusif re civiya. Talebanî got: “Divê mafên Kurdan di Sûriyeya nû de mîsoger be. YNK`ê li gel parastina berjewendiyên li Rojavayê Kurdistanê ye.”

Bafil Talebanî: Em li gel parastina berjewendiyên li Rojavayê Kurdistanê ne
26 tebax, 2025   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ofîsa Serokê Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), serokê YNK`ê Bafil Talebanî li Dabaşan pêşwazî li  şandeyeke Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kiriye ku ji Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, endamê Desteya Hevserokatiya PDY’ê Salih Muslim û Foza Yusif pêk hat.

Hate ragihandin ku di civînê de li ser pêşketin û mijarên li Rojava û Sûriyeyê nîqaş hatine kirin.

Di daxuyaniya hate dayîn de Bafil Talebanî destnîşan kiriye ku YNK`ê li gel parastina berjewendiyên Rojavayê Kurdistanê ye û got: “Divê Mafê Kurdan di Sûriyeya nû de mîsoger be. Divê welat bi hevpar bê birêvebirin û hikûmeta Sûriyeyê nûnertiya hemû pêkhateyan bike.”

Hate ragihandin ku şandeya Rojava silavên Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî gihandiye Talebanî û piştevaniya PYD’ê û QSD’ê ya ji bo wî dubare kiriye.