Xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerî li Rimêlanê konserek li dar xist

Peymangeha Bilind a Huneran û Dibistana Muzîka Klasîk bi boneya bidawîbûna sala xwendinê ya peymangehê û qedandina ders û werşeyên hunerî yên havînê, konserek li dar xist.

Xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerî li Rimêlanê konserek li dar xist
Xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerî li Rimêlanê konserek li dar xist
Xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerî li Rimêlanê konserek li dar xist
Xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerî li Rimêlanê konserek li dar xist
Xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerî li Rimêlanê konserek li dar xist
Xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerî li Rimêlanê konserek li dar xist
Xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerî li Rimêlanê konserek li dar xist
Xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerî li Rimêlanê konserek li dar xist
26 tebax, 2025   22:58
QAMIŞLO

Peymangeha Bilind a Huneran û Dibistana Muzîka Klasîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlan ê bajarê Girkê Legê konserek li dar xist. Bi dehan şênî tev lê bûn. 

Beriya konser dest pê bike, endamê peymangehê Ciwan Îbrahîm axivî û got: “Huner û muzîk, yek ziman in ku nirxên mirovahiyê rave dikin. Asoyên berfireh ji xwendekaran re vedike ku bikarin hestên xwe rave bikin.”

Îbrahîm destnîşan kir ku xwedîderketina li hêza ciwanan û peydakirina derfetên pêwîst ji wan re, gelek girîng e û wiha domand: “Ev nifş dê nameya hunerê û afrîneriyê ragihîne siberojê. Em spasiya kadroya perwerdeyê û xwendekaran dikin.”

Di konserê de xwendekarên peymangehê û Dibistina Mûzîka Klasîk berhemên xwe pêşandan.

Konser bi çoş berdewam kir.

(şx)

ANHA