ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-10-2025
27 cotmeh, 2025   02:00

Şênî û rûpsiyên kantona Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD’ê û yekrêziya gelê Sûriyeyê re anîn ziman û got, beşdariya rasteqîn a gelên herêmê gava bingehîn a ber bi dawîkirina şer û aloziyan ve ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê diyar kir ku tecrîta li dijî Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî, bi taybetî qanûna Mafê hêviyê ye. Jinan got dê têkoşînê bidomînin heya Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe.BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Humis û gundên wê bûyerên kuştin, tundî, revandin û bê ewlehî zêde bû ye. Di meha cotmehê de zêdeyî 20 kes hatin kuştin, bi vê hejmara kesên ji destpêka salê ve li herêmê hatine kuştine, derketiye hezar û 118 kesî. Tu hewldanên hikûmetê yên pêkanîna ewlehiyê nînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji destpêka salê ve hesabên hemû koopertîf û yekitiyan bi hinceta lêvegerê, rawestandiye. Di encamê de mûçeyê karmendên teqawidbûyî yên di qada çandiniyê de dixebitîn rawestandiye. Karmend li çarenûsa pereyên xwe yên qutbûyî pirs dikin, rayedarên hikumetê jî tu bersivê nadin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantonên Reqa û Cizîrê dest bi radestkirina fatûreyên pembûyê ji bo cotkaran dike. Radestkirin ê li navendên diyarkirî yên herdu kantonan û di dîrokên diyarkirî de bi rêve biçe.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Dêrazorê û Nivîsgeha Têkiliyan a partiyê civîneke girseyî ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî li Sûriyeyê û danûstandinên bi Şamê re, li hola Meclisa Rêveber a kantonê li dar dixin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Til Koçer cenazeyê şervanê QSD'ê Feysel Elî El Cerbûh li pakrewangeha Eqab Eswed a Til Koçerê oxir dikin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN