Zelenskyy: Em ê di demek nêz de balafirên şer ên Fransî bi dest bixin

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku ew ê di demek nêz de balafirên şer ên Fransî yên "Mirage" û mûşekên berevaniya hewayî yên Brîtanyayê bi dest bixin. 

Zelenskyy: Em ê di demek nêz de balafirên şer ên Fransî bi dest bixin
26 cotmeh, 2025   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku Ukrayna dê balafirên şer ên Fransî yên "Mirage" bi dest bixin. 

Zelenskyy diyar kir ku Brîtanya dê di hilberîna mûşek û balafirên bêmirov de alîkariya Ukraynayê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Sibata borî Kievê hin balafirên şer ên "Mirage" wergirtin. Ji bo vê carê hîn hejmar nehatiye diyarkirin.