ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-06-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-06-2025
27 hezîran, 2025   02:00

"Jin mêtingeha destpêkê ya dîrokê ye." Ev hevok ne tenê pênaseyeke balkêş e, di heman demê de şikesteke civakî ya sîstematîk a bi hezaran salan vedibêje. Di pêvajoya jiyana civatî ya serdema Neolîtîkê heta avakirina navgînên dewletê yên baviksalar de, jin ji hêla civakî, fikrî û siyasî ve hatin dûrxistin, çewisandin û kontrolkirin. Lê belê vê dûrxistinê bi xwe re berxwedan jî anî. Jinan ne tenê hewl da hebûna xwe biparêzin, her wiha berê xwe dan avakirina şêwazeke jiyanê jî. Li ser vê xalê jî konfederalîzma ku hiyerarşiya civakî, milkiyet û navendparêziyê red dike, ji bo lêgerîna jinan a li azadiyê bingeheke berbiçav pêşkêş kir.

Şêniyên Kobanê diyar kir ku ew jî dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û got, "Ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bibomînin." BI WÊNE Û DÎMEN

Li Reqayê Koma Govendên Folklorî ya Palmîra wekî projeyeke çandî ya pêşxistina jinên ciwan û zindîkirina kevneşopiya herêmê tê dîtin. Koma Palmîrayê di kêmtirî 3 salan de bi beşdariya xwe ya di gelek şahî û mîhrîcanên li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bal kişand. BI WÊNE Û DÎMEN

Berdevkê Şandeya Danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, hebûna jinan di şandeyê de bi serê xwe peyamek li dijî helwesta hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li hember jinan e. Her wiha destnîşan kir ku wan di dan û standinan de helwestek nenavendî girtine. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi hatina havînê û zêdebûna germahiyê re, êş û zehmetiyên bi hezaran koçberên ji Serêkaniyê yên di kampa Waşûkanî ya Hesekê de zêde dibin. Koçberan bang li rêxistinên mirovî û civata navneteweyî kir ku berpirsiyariyên xwe yên mirovî pêk bînin. BI WÊNE Û DÎMEN