Hêzên Ewlekariya Hundirîn madeyên hişbir telef kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku miqdarek madeyên hişbir telif kirin û zêdetirî 3 hezar û 300 kes bi sûcên bikaranîn û belavkirina madeyên hişbir hatine girtin

26 hezîran, 2025   23:24
HESEKÊ

Bi boneya Roja Têkoşîna Hişbirê ya Cîhanê (26'ê Hezîranê) Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li bajarê Hesekê li dar xist. 

Di çalakiyê de nûnerên Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û saziyên sivîl amade bûn. Di çalakiyê de peyam hatin xwendin.

 Di çalakiyê de madeyên hişbir hatin telifkirin û amarên îsal ên têkoşînê li dijî hişbir hatin aşkerekirin. Peyamên bi banga hevgirtina civakî ya li hemberî diyardeya madeyên hişbir jî hatin dayîn.

Di daxuyaniyeke fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hat diyarkirin ku 2 hezar û 438 dosyayên girêdayî madeyên hişbir hatin vekirin, ji wan 244 dosya yên bazirganiya hişbirê, 341 ên belavkirina wan û hezar û 873 dosya yên bikaranîna hişbirê ne. Hejmara kesên bi van sûcan hatine girtin jî 3 hezar û 329 bûn.

Ji madeyên ku hatine desteserkirin:

15 hezar û 981 krîstal mêt

76 hezar û 760 heşîş

Zêdetirî 6.8 kaptagonê.

50 gram hîroyîn

99 hezar û 762 hebên hişbir.

3 hezar û 588 embolên hişbir.

244 şitilên heşîşê û 2 lître zeyta heşîşê.

Kemiyete mezin a amûrên bikaranîna hişbirê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev operasyon li ser bingeha agahiyên kûr û tekînkên pêşketî hatin pêkanîn û di encamê de torên sûcdaran ji hev hatin xistin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de bang li hemû aliyên têkildar, bi taybetî yên tenduristiyê hat kirin ku di aliyê hişyarkirina welatiyan de  hevkariyê xurt bikin û bikarênerên hişbirê ji nû ve rêxistin bikin.

Di dawiyê de hate gotin, dê têkoşîna li dijî hişbirê bidome.

(mh)

ANHA