Li dijî Kujerên Pergala Kastê - Nûpelda KANDAL

Li dijî Kujerên Pergala Kastê - Nûpelda KANDAL
27 hezîran, 2025   02:35

"Jin mêtingeha destpêkê ya dîrokê ye." Ev hevok ne tenê pênaseyeke balkêş e, di heman demê de şikesteke civakî ya sîstematîk a bi hezaran salan vedibêje. Di pêvajoya jiyana civatî ya serdema Neolîtîkê heta avakirina navgînên dewletê yên baviksalar de, jin ji hêla civakî, fikrî û siyasî ve hatin dûrxistin, çewisandin û kontrolkirin. Lê belê vê dûrxistinê bi xwe re berxwedan jî anî. Jinan ne tenê hewl da hebûna xwe biparêzin, her wiha berê xwe dan avakirina şêwazeke jiyanê jî. Li ser vê xalê jî konfederalîzma ku hiyerarşiya civakî, milkiyet û navendparêziyê red dike, ji bo lêgerîna jinan a li azadiyê bingeheke berbiçav pêşkêş kir.

Bi hezaran salan jin di vegotina dîrokê de nehatin dîtin. Lê di civakên destpêkê de pêzanînan hilberandinê, zanatiya xwezayê û teşeyên birêxistinbûna civakî, bi giranî ji aliyê jinan ve hatin çêkirin. Di avaniyên civakî yên dayiksalar an jî wekhevîparêz de, jin li navenda jiyanê bûn. Fîgurên xwedawendan, navgînên hilberandinê û sembolên zayoxiyê yên li şûnwarên serdema Neolîtîkê hatine dîtin, delîlên dîrokî yên vê yekê ne. Lê bi Şoreşa Çandiniyê re feraseta serdestiya li ser xweza û jinan bi pêş ket; bi çêbûna milkiyetê re nasnameya jinan hat tepisandin û jin talî kirin.

Ev veguherîn ne tenê guherîna xwediyên desthilatê bû, di heman demê de bertengbûneke çandî û zîhnî bû. Zanatiya jinan wek xurafe hat dîtin, tecrubeya wan hat bêqîmetkirin, ji nava civakê dihat dehfdan. Şaristaniya serdestiya mêran, xweda kir mêr û xweza û jin jî wek "yên din" pênase kirin ku divê werin kontrolkirin. Ev rewş ne tenê li Rojhilata Navîn bû; nêçîrên cadûyan ên li Ewropayê, sîstema kastê ya li Hindistanê û xanedanên li Asyayê hemû refleksên heman qalibê zîhnî bûn.

Pergala baviksalar ne tenê avaniyek e ku tê de mêr yekser li ser jinan serdest in. Ev sîstem şêweyeke birêxistinbûnê ye ku civakê bi awayekî hiyerarşîk bi rêxistin dike, desthilatê navendî dike û cudahiyan ditepisîne. Jin di asta herî jêr a pergalê de hatine bicihkirin. Lê vê yekê jî hişmendiyeke mezin a têkoşîn û azadiyê daye wan.

Tevgerên femînîst ên roja îroyîn, grevên jinan, dengên ji bo Jîna Emînî yên li Îranê, meclisên jinan ên li Rojava û avaniyên kollektîf ên li Afrîkayê yên bi pêşengiya jinan, ji vê hişmendiyê çêbûne. Êdî jin ne tenê li mafên xwe digerin, di heman demê de civakê jî ava dikin.

Konfederalîzm şêweyekî birêxistinbûna civakî ye ku li dijî avaniya navendparêz, yekperest û mêrserwer a netewedewletê ya modern bi pêş dikeve. Modela konfederalîzma demokratîk a ku Rêber Apo pênase kiriye, sîstemek e ku tê de gel xwe bi xwe xwe bi rê ve dibin, pêvajoyên biryardayînê ji girseyê dest pê dikin û wekheviya zayendî prensîba bingehîn e. Di vê pergalê de desthilatdarî na, jiyan tê birêxistinkirin. Û kirdeyên sereke yên ku jiyanê bi rêxistin dikin jî jin in.

Têkiliya ku konfederalîzma demokratîk bi jinan re çêdike, wan ne tenê wek hêmaneke ku temsîl dike dibîne, wek mijareke ku sîstemê ava dike, xwedî dike û vediguherîne, dibîne. Jin di vê modelê de ne kategorî ne, lê paradîgma ne. Tesewireke civakî ya yekpare û ya jiyanê derdixe pêş, datîne hember siyaseta serdestiya mêran. Lewma jî meclisên jinan ên ku li Rojava hatine avakirin, ne tenê cihên nîqaşkirina pirsgirêkên jinan bi tenê ne, her wiha tevahiya civakê vediguherînin.

Azadbûna jinan ne tenê rakirina zordestiyê ye, di heman demê de xwegihandina asteke nû ya hişmendiyê ye. Di nava vê hişmendiyê de xweparastin, birêxistinbûyîn, avakirina şêweyên alternatîf ên hilberandin û jiyanê hene. Hişmendiya jinên azad, hişmendiyek e ku bêdengiya ku dîrokê li ser jinan ferz kiriye red dike, bîra wan a kevnar zindî dike û armanc dike ku civakê bi awayekî radîkal veguherîne.

Ev hişmendî ne tenê li Rojhilata Navîn, di kollektîfên jinan ên li Amerîkaya Latîn, tevgerên ekofemînîst ên Ewropayê û kooperatîfên jinan ên li Afrîkayê de jî derdikeve holê. Avaniya konfederal ji bo vê hişmendiyê bingeheke sîstematîk û sazûmanî dabîn dike. Sîstema hevserokatiyê, akademiyên jinan, komîsyonên edaletê yên jinan û meclisên jinan, awayên şênber ên hişmendiya azad a jinan a di birêxistinbûna civakî de ne.

Konfederalîzm ne tenê modeleke siyasî ye, her wiha têgîneke exlaqî ya jiyanê ye. Li ser bingeha vê ferasetê, hevjiyana azad jî heye ku bi jina azad re tê avakirin. Ev şêwaza jiyanê ne jîyanek e ku jin û mêr bi hev re dijîn, lê jiyaneke ku bi hev re azad dibin. Jin dizanin ku heta ku mêr jî azad nebin, azadiya wan bi xwe jî nîvco ye. Ji aliyekî din ve jî mêr jî hîn dibin ku bêyî ku edaleta jinan nas bikin, nikarin bigihêjin civakeke layiqî rûmeta mirovahiyê.

Lewma jî hevjiyana azad ne tenê modeleke civakî ye; şoreşeke exlaqî ye. Li hember şaristaniyên li ser bingeha zilma li dijî jinan, şaristaniyeke nû ya wekhev û azad derdikeve holê. Konfederalîzma demokratîk bingeha exlaqî û polîtîk a vê şaristaniyê ava dike.

Di nava avaniyên konfederal de jin dibe mijareke ku ne tenê tê temsîlkirin, di heman demê de civakê ji nû ve ava dike. Akademiyên jinan ên li Rojava ne tenê navendên perwerdeyê ne; ew navend fikra li ser etîk, dîrok, siyaset û jiyanê hildiberînin. Hişmendiya ku li van navendan bi pêş dikeve, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, lê ji hemû cîhanê bangek e:

Azadî ne tenê mafek e, di heman demê de berpirsyariyek e.

Ji ber ku jin ne tenê hebûnek in; destpêk in.

Tovê jiyana nû di destê wan de ye, ava wê di gotina wan de.

Em êdî li pêşberî kujerên kastxwaz, bi tenê nîn in;

Her jina ku bêdengiya rabirdûyê diçirîne,

Siberojekê ava dike: ji bo cîhaneke ku tê de pêkvejiyane wekhev û azad heye.

Û ew cîhan, ne tenê ji bo jinan e,

Ji bo mirovahiyê bi xwe ye.