ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-05-2026
27 gulan, 2026   02:00

- Şêniyên Çilaxayê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertekî bingehîn e ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê û da zanîn ku girtina wî di van şert û mercan de, rê li ber her çareseriyeke siyasî ya rastîn digire. BI WÊNE Û DÎMEN

- Pêkhateyên Girkê Legê got ew daxwaza destûreke ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê misgor bike û kesekî paşguh neke, dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Ciwanên ji Hesekê daxwaz kir ku di Sûriyeya siberojê de roleke wan hebe û diyar kir ku divê ew bibin hevparên biryardanê û nivîsandina destûrê. BI WÊNE Û DÎMEN

-  Nûnerên partiyên siyasî diyar kir ku kesên ji hêla hikumeta demkî ve ji bo parlamentoyê hatine tayînkirin bi tu awayî nûnertiya gelan nakin û got ew tayînkirineke bi vî rengî qebûl nakin. BI WÊNE Û DÎMEN