Îsraîlê fermandarê nû yê Tûgayên El Qesam hedef girt

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku artêşa îsraîlê fermandarê nû yê Tûgayên Ezedîn El Qesam ên baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê li Şerîda Xezayê hedef girtiye.

Îsraîlê fermandarê nû yê Tûgayên El Qesam hedef girt
26 gulan, 2026   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxuyand ku Netanyahu û wezîrê parastinê Israel Katz fermandar da artêşa Îsraîlê ku êrişî Şerîda Xezayê bikin. Di êrişan de fermandarê nû yê baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê Mihemed Ewdê hat hedefgirtin.

Li gorî daxuyaniyê, Ewdê endazyarê êrişa 7ˊê Cotmehê ye, erka serokê desteya îstîxbaratê di Tûgayên El Qesam de di dema êrişê de wergirtibû, dûre jî li şûna Izedîn El Hedad hat tayînkirin. Li gorî Îsraîlê, El Hedadê piştî 2 hefteyan ji tayînkirinê hatiye kuştin

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ewdê di êrişa 7ˊê Cotmehê de bepirsê kuştin, revandin û birîndarkirina sivîl û leşkerên Îsraîlî bû.

(fr)