Y.J.Ê.R Cejna Qurbanê li Mislimanan pîroz kir

Y.J.Ê.Rˊê Cejna Qurbanê li Mislimanên Sûriyeyê û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku bibe cejna xêr, aştî û ewlehiyê.

Y.J.Ê.R Cejna Qurbanê li Mislimanan pîroz kir
26 gulan, 2026   22:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê.R) bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Cejna Qurbanê nûnertiya nirxên mirovî yên paqijî di temsîlkirina fedakarî, hevgirtin û biratiya navbera civakan de dike, çanda hevbeş û diyalogê di nava tevahî pêkhateyên olî û neteweyî li herêmê de xurt dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelên herêmê hîna rûbirûyî hejmarek astengî û zehmetiyan in, ji lew re tê xwestin ku ruhê hevgirtin, yekitî û xebata hevbeş a ji bo xurtkirina aştî, aramî û parastina rûmeta mirovî û mafên wî were pêşxistin.

Y.J.Ê.Rˊê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zehmetiyên jin, zarok û mexdûrên şer û aloziyan û got pêwîstî bi zêdekirina hewldanên ji bo avakirina civakeke demokratîk a adilane heye ku azadî û wekheviyê ji bo tevan misoger bike û rola jinê di tevahî waran de bi pêş bixe.

Di dawiyê de Y.J.Ê.Rˊê hêvî kir ku Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina nirxên hezkirin, aştî û biratiyê di nava gelan de, ewlehî û aramî li herêmê û tevahî cîhanê belav bibe.

(fr)