ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-01-2026
27 ÇILE, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Girkê Legê ku li dijî êriş û gefan beşdarî seferberiyê bûne û tedîbrên parastinê zêde kirine, diyar kir ku ew mil bi mil bi şervanan re ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Dema ku navê Hêva El Erabo tê gotin, wêneyê pêşengeke jin, şervan, şoreşger tê bîra mirov. Li çar aliyên Kurdistanê, Hêvayê destanên têkoşînê nivîsand, ji rêxistina jinan bigire heya xebata dîplomatîk. Her çend ew bi fîzîkî çûbe jî, rêya wê hîn jî maye û rêwîtiya wê ji bo nifşên siberojê bûye dibistanek. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red kirin û got çareseriya yekane diyalog e û vebijêrka leşkerî gefê li yekitiya Sûriyeyê û modela jiyana hevbeş dixwe. BI WÊNE Û DÎMEN

Kesayetên misirî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên Sûriyeyê yên li ser Rojava şermezar kirin û diyar kir ku êriş sûcek li dijî mirovahiyê ye. Kesayetan bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rakirina dorpêçê, parastina sivîlan û mafên pêkhateya Kurd destwerdana lezgîn bikin.

Xelkê bajarê Kobanê bi boneya salvegera rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞˊê, şermezarkirina êriş û dorpêçê ji hêla çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker meşekê ji Qada Jina Azad ve li dar dixe, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN