Ji Misirê bertekên li dijî êrişan û bangên lezgîn ên destwerdanê

Kesayetên misirî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên Sûriyeyê yên li ser Rojava şermezar kirin û diyar kir ku êriş sûcek li dijî mirovahiyê ye. Kesayetan bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rakirina dorpêçê, parastina sivîlan û mafên pêkhateya Kurd destwerdana lezgîn bikin.

Ji Misirê bertekên li dijî êrişan û bangên lezgîn ên destwerdanê
27 ÇILE, 2026   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesayet û tevgerên siyasî yên ji misirê nerazîbûn nîşanî dorpêç û êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser Rojavaayê Kurdistanê dan û bang lezgîn a destwerdanê li hêzên navneteweyî kir.

Wezareta Karên Derve ya Misirê der barê agirbesta ku hikumeta demkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihandine de daxuyaniyek weşand. Wezaretê agirbest pêşwazî kir û hêvî kir ku bibe gaveke cidî ber bi destpêkirina proseyeke siyasî ya giştî ve ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bigire nava xwe.

Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî anî ziman ku divê tu alî ji proseya siyasî neyê dûrxistin û got, diyalgo û beşdariya siyasî ya giştî rêya yekane ya avakirina dewleta Sûriyeyê û mîsogerkirina aramiya wê ye.

Her wiha misirî jî di nav de kesayetên Erebî nerazîbûn li hemberî êrişên li ser herêmên Kurdan dan û got, divê tavilê tundî were rawestandin, lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe were destpêkirin û li diyaloga siyasî vegerin.

Li aliyekî din jî zêdetirî sed rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar û hunermendên erebî ku misirî jî di nav de ne, daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniyê de êrişên li ser Kurdan şermezar kirin û diyar kir ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê berpirsê rageşiyê ye. Her wiha îşaret pê kirin ku "Sûriye bi dûrxistinê ava nabe û bi tundiyê nabe yek, lê bi edalet û tevkariya siyasî ava dibe."Kesayetan  ji bo tevahî Sûriyeyan edalet û azadî xwestin.

Navenda Qahîreyê ya Lêkolînên Kurdî jî der barê êrişên li ser Rojava de daxuyaniyek weşandibû. Navendê piştgiriya xwe bi Kurdên Rojava re nîşan da û êrişên çeteyên hikumeta demkî şermezar kirin. Navendê banga xurtkirina piştgiriyê û rakirina dorpêçê kirin.

Navendê bal kişand ser rola Kurdan di têkbirina DAIŞ’ê de û girîngiya parastina mafên rewa yên Kurdan vegot.

Rêveberê Navendê Seyîd Ebdulfetah, ji ajansa me re diyar kir ku êriş û dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşek ji planên derve ne ku xizmeta gelê Sûriyeyê nakin. Ebdulfetah got, êriş bibe sedema koçberbûna hejmareke mezin a sivîlan û xirabûna xizmetguzariyên bingehîn.

Akademîsyen Elî Sabit hişyarî da ku operasyonên sîstematîk ên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li dijî Kurdan sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên bêhempa li dijî jinên Kurd in. Elî Sabit anî ziman ku dorpêç û hilweşîna binesaziyê jiyana sivîlan dixe xetereyê û dibe ku destê hikumeta demkî bixe nav komkujiyekê .

Sabit got, helwesta sar û bêdeng a navneteweyî di çarçoveya lihevkirinên teng ên li ser hesabê gelê Sûriyeyê de têne kirin û got, ev helwest aloziyê gurtir dike.

(ac/b)

ANHA