ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 - 8 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 - 8 – 2024
26 tebax, 2024   02:00

Welatiyê 77 salî ku 4 caran Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, got: “Rêbertiyê bal kişand ser girîngiya xebata gel, karê bê kêmasî û têkoşînê. Divê em xwediyên rihê berpirsyariyê bin. Şerm e ku Serokê we hîn ne azad e. Me ji bo wî çi kiriye?”

Rêber Abdullah Ocalan dibêje " Kengî milkkirina jinê hat redkirin, ji cinsperestiya civakî ya tê bikaranîn bi temamî bê bihurîn, di her asta civakî de wekhevî (li ser bingehê cudatiyê wekhevî) pêk hat, hevjiyana azad bi jinê re pêkan e."

Rojnamevanên jin destnîşan kirin ku dê têkoşîna Gulîstan Tara û Hêro Behadîn berdewam bikin û rastiya dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin.

Ji sala 1983`an ve dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê li ber çavê cîhanê komkujiyan pêk tîne. Tenê li gorî daneyên hatine komkirin, di nav 41 salan de 247 welatî hatine qetilkirin.

Şêniyên kantona Dêrazorê helwesta hevgirtî ya li hember êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa El Wetenî", silav kirin û gotin ew helwest sedema sereke ya têkçûna komploya li dijî herêmê ye.

YRJˊê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê bi daxuyaniyekê encamên hemleya xwe ya ˊNa ji darvekirinê reˊ aşkera dike, saet 09:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ˊPêşxistina çandiniyê bingeha aboriya komînal eˊ li hola Serdem a Hesekê civîna xwe ya salane li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Gel a Kantonên Reqa, Tebqa û Minbicê li hola Mişwar a Reqayê bi beşdariya 180 kesayetan Konferansa Xwînerên Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Têkiliyan a bajarê Sirînê yê kantona Firatê bi beşdariya şêx, rûspiyên eşîran, xelkê Sirînê, nûnerên ji partiyên siyasî yên kantonê ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û leşkerî li navenda çandê ya bajêr civîneke girse li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

MSDˊê û Partiya Sûriya Pêşerojê bi sernavê ˊPêşeroja Sûriyeyiyan di nêzîkbûna Tirkî-Sûrî deˊ li hola civînan a MSDˊê ya Helebê panelekê li dar dixe, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şahiyekê û xelatkirina hunermendên beşdar pêşangeha şêwekariyê ya 9ˊemîn bi dawî dike, saet 18:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)