Dan û standinên agirbestê yên li Qahîreyê bi dawî bûn

Çavkaniyan ragihand ku dan û standinên têkildarî agirbesta li Xezayê yên di navbera Îsraîl û Hemasê de yên li Qahîreyê hatine lidarxistin bi dawî bûn. Çavkaniyan got yek ji xala astengiyê jî Îsraîl piştî şer jî li Xezayê bimîne.

Dan û standinên agirbestê yên li Qahîreyê bi dawî bûn
25 tebax, 2024   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ji Tora El Erebiye, dan û standinên agirbestê yên di navbera Îsraîl û Hemasê de yên li Qahîreyê bi beşdariya şandeyên Amerîka û Îsraîlê bi dawî bûn.

Çavkaniyan diyar kir ku mayîna Îsraîlê ya piştî şer li Xezayê yek ji xalên asteng bû. Lê di heman demê de pêşniyarek nû hebû ku, dema girêbesta girtiyan temam bû, Îsraîl ji eniya Philadelphia ya seranserî sînorê di navbera Misir û Xezayê de vekişe.

(mh)