Li herêmên hikumeta veguhêz rageşî û tevliheviya ewlehiyê zêde bûne

Pêla kuştin û b ûyerên hedefgirtinê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê zêde bûne. Di saetên borî de berpirsekî karbes li gundewarê Şamê hat kuştin û serbazek li rojhilatê Selemiyê ji hewla siûqastkirinê rizgar bû.

Li herêmên hikumeta veguhêz rageşî û tevliheviya ewlehiyê zêde bûne
25 cotmeh, 2025   23:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bêaramî, tevlihevî û rewşên siûqastkirinê ku êdî li dijî leşkerên niha û yên berê pêk tên, zêde bûne.

Li gundewarê Şamê, şeva berê çekdarên nenas li motorsiklêtê siwar bûbûn, berpirsekî leşkerî yê karbes ê ji Hêzên Parêzvanên Sînor (Hecanê) ê ji taîfeya Elewî, li pêş mala wî ya Dîmas kuşt.

Li gundê Teltût ê herêma Selemiyê ya bajarê Hemayê jî çekdarên nenas bombeyeke destan avêt erebeya zabitekî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, lê di encamê de tu zirar negihîşt zabit û êrişkar reviyan.

Ev di demekê de ye ku sûcên hedefgirtin, kuştin û revandinê li herêmên hikumeta veguhêz zêde bûne.

Girêdayî wê, di 11'ê Cotmeha borî de jî endamekî hêzên hikumeta veguhêz li gundewarê Meret Numan a başûrê Idlibê ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

Şênî ji zêdebûna tevlihevî û rageşiya ewlehiyê hemwextî paşguhkirina van bûyeran ji hêla hikumeta veguhêz ve û nebûna darizandinê, bi tirs in.

(mh/fr)