ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 – 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 – 10 – 2024
26 cotmeh, 2024   02:00

Jinên ji Çilaxayê diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan tê kirin, ne bes e. Jinan got azadiya Rêber Abdullah Ocalan bepirsyariya  wan e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinan diyar kir ku “şehîd Bêrîtan derseke li ser cesareta jinên Kurd da dagirker û xayînan” û got şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe têgeha jinên azad sepand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi taybetî di van rojên dawîn de gotinên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi awayekî balkêş ketine rojevê. Gelek kes lê dipirsin bê ka dewlet bi van gotinan pêvajoyeke nû ya çareseriyê dide destpêkirin an na, hin alî jî dibêjin ev bi tenê hemleyeke taktîk e. Lê pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê û cihê vê pirsgirêkê yê di nava polîtîkayên dewletê de, wek meseleyeke dîrokî û binyadî ku bi gotinên rojane re ne sînordar e, derdikeve pêşberî me. Di vê gotarê de em ê hewl bidin kokên dîrokî yên polîtîkaya Kurd a Tirkiyeyê û bandorên wê yên li ser rewşa heyî binirxînin. (ANALÎZ)

Birîndarên komkujiya li stasyona Siwêdiyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan dixwaze gel bide koçberkirin û herêmê dagir bike. Birîndaran gotin "Em ê bi hev re stasyonê sererast bikin û dîsa bixin xizmetê." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar dikin. Meş saet di 9:00’an de li qada Jinan dest pê dike. Li bajarê Til Temirê jî meş saet di 11:00’an de ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma sersaxiyê ya şehîdên komkujiya stasyona Siwêdiyê ya ku dewleta Tirk a dagirker pêk aniye, li gundê Erûr li dar dixe, saet di 14:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşa zarokê bi navê Ebdurehman El Berho piştî ku di nexweşxaneya Firatê ya bajarê Minbicê de hate dermankirin, baş bû û çaverê ye sibe ji nexweşxaneyê derkeve.