Însiyatîfên azadiya Rêber Abdullah Ocalan ên Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş da

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê der barê silavên ku Rêber Abdullah Ocalan şandine de kêfxweşiya xwe anîn ziman. Herdu însiyatîfan diyar kir ku pêwist e azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, tecrîd û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê were bidawîkirin.

Însiyatîfên azadiya Rêber Abdullah Ocalan ên Sûriyeyê daxuyaniyeke hevbeş da
25 cotmeh, 2024   23:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê têkildarî hevdîtina parlamenter û biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Ocalan bi wî re, daxuyaniyeke hevbeş da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku daxwaza wan a sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê bidawîkirina tecrîdê ye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Me bi kêfxweşî silavên Rêber Abdullah Ocalan û agahiyên li ser rewşa wî ya tenduristiyê wergirtin. Her wiha em silavên xwe jî bi rêzdarî ji Rêber Abdullah Ocalan re bi rê dikin.

Em teqez dikin ku daxwaza me ya sereke ne tenê bidawîkirina pergala tecrîdê ya Îmraliyê, lê belê bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Pêwist e dewleta Tirk sererastkirinên qanûnî pêk bîne da ku Rêbertî ji mafê hêviyê sûdê bigire û azadiya wî ya fîzîkî were bidestxistin.

Pêngava cîhanê ya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" bandoreke pir mezin li ser raya giştî ya Ewropa, cîhanê û hundirê Tirkiyeyê kir û ev serdana malbatê ya 23'yê Cotmehê yek ji berhemên wê pêngavê bû. Pêwist e ev serdan ji bo parêzer û bijîşkan jî bidome û rê li ber kesayet û rêxistinên demokratîk were vekirin da ku serdana Rêbertî bikin.

Em bang li civata navneteweyî û hikumeta Tirk dikin ku rê bidin parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ku serdana wî bikin. Her wiha em banga amadekirina zemîna siyasî, qanûnî û civakî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dikin. Ev çareserî dê bi xwe re aştiyê ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji Rojhilata Navîn re bîne. Ji ber ku tu çareserî bê azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk nayê. Pêwist e siyasetmedar, akademîsyen û aqilmendên civaka Tirkiyeyê roleke mezin bilîzên û zextê li dewleta Tirk bikin ji bo ku bi awayekî erênî nêzîkî însiyatîfa Rêbertî bibe."

(mh)