Rewşa zarok Ebdurehman Berho baş bû

Piştî ku rojeke tam di bin çavdêriya giran de li nexweşxaneya Firat a bajarê Minbicê derbas kir, rewşa zarok Ebdurehman Berho baş bûye. Çaverê ye îro ji nexweşxaneyê derkeve.

Rewşa zarok Ebdurehman Berho baş bû
26 cotmeh, 2024   07:40
MINBIC

Zarok Ebdurehman Berho (13) di topbarana dewleta Tirk a dagirker de ya li dijî gundê Buniye yê bakur rojhilatê bajarê Minbicê ji mil de birîndar bû.

Di topbaranê de xaniyê ku Berho tê de bû wêran bû, keça apê wî Fereh Berho (11) şehîd bû û birayê wê Semîr Berho (8) birîndar bû.

Semîr Berho ji ber ku birînên wî sivik bûn, piştî dermankirinê li nexweşxaneya Firatê yê bajarê Minbicê ji nexweşxaneyê derket.

Kadroya nexweşxaneyê da zanîn ku di dema pêş de ji bo ku maskuleya milê Ebdurehman Berho wekî berê vegere, gelek emeliyat pêwist in.

(mh-şx)

ANHA