ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-1-2025
26 ÇILE, 2025   02:00

Serokê Taîfeya Durziyên Miwehedîn li Siweydayê bang kir ku divê Sûriyeyeke nû ku tê de hemû taîfe û rengên Sûriyeyê hebin were avakirin û sûd ji tevahî pisporiyan û rengên Sûriyeyê were girtin, nemaze sûd ji Kurdan were girtin ku di rêveberiyê de xwedî taybetmendî ne. 

Şêniyên kantona Dêrazorê destnîşan kir ku bendava Tişrînê damarê jiyanê yê herêmê ye û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gelê ku li bendava Tişrînê nobedariyê dikin, şermezar kirin.

Kobanê neket destê DAIŞ`ê ku dewleta Tirk a dagirker xwe spartibû wê û gelek salan piştgiriya wê dikir. Hêviyên dewleta Tirk ên ketina bajêr, şikestin û Kobanê ji bo plana Osmanî ku dewleta Tirk dixwaze bi dagirkirina bajêr re bi dest bixe, bû kelem.

Çavdêran metirsiyên xwe der barê Sûriyeyê bibe Efganistana duyemîn nîşan da û diyar kir ku moedela desthilata El Colanê li gel Sûriyeyiyan nayê qebûlkirin.

Komîteya Lêkolînan a NYˈê diyar kir ku ew êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopîne û dê meha pêş têkildarî wan raporekê biweşîne.

Siyasetmedar Mihemed Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk çareseriya siyasî asteng dike û hewl dide vê yekê ji bo dagirkirina herêmên nû û bihêzkirina hebûna xwe bi kar bîne. Mihemed Îsa îşaret bi vê yekê kir ku ji bo çareseriyeke rasteqîn divê sûd ji ezmûna Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were girtin.

Xelkê bajarê Qamişloyê cenazeyên 7 şehîdên ji QSDˋê û HPCˋê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin dike, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina sivîl û tîmên tenduristiyê li Bendava Tişrînê Peymangeha Tenduristiyê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li pêş peymangehê ya li taxa Xiwêran daxuyaniyekê dide, (11:00)  BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê û Meclisa bajarê Til Birakê yê kantonê bi 2 xwepêşandanên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û piştgiriyê dide QSDˋê, (11:30) BI WÊNE Û DÎMEN