Serokê Taîfeya Durziyên:Divê sûriyeyî sûdê ji tecrubeya kurdan bigirin

Serokê Taîfeya Durziyên Miwehedîn li Siweydayê bang kir ku divê Sûriyeyeke nû ku tê de hemû taîfe û rengên Sûriyeyê hebin were avakirin û sûd ji tevahî pisporiyan û rengên Sûriyeyê were girtin, nemaze sûd ji Kurdan were girtin ku di rêveberiyê de xwedî taybetmendî ne.

Serokê Taîfeya Durziyên:Divê sûriyeyî sûdê ji tecrubeya kurdan bigirin
26 ÇILE, 2025   02:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Taîfeya Durziyên Miwehedîn Şêx Hikmet El Hecrî ji ajansa me re axivî û got: "Em derbasî pêvajoya avakirina rast bûn. Her kesî li hev kiriye ku divê Sûriyeya nû li gorî fikrekî şaristanî ya dîrokî bê avakirin."

El Hecrî hêvî kir ku sûd ji tecrubeya kurdan bê girtin û wiha domand: "Em hêvî dikin ku bi kesên din ên pirspor re bi taybet bi birayên me yên Kurd re hevkarî bê kirin. Ew di rêveberiyê de xwedî taybetmendî ne."

El Hecrî bang kir ku di siberojê de ji bo wan û pêkhateyên din dabîn hebin û got: "Divê jiyana hevbeş di qanûnên navneteweyî de û qanûneke mafên her kesî di derbirînê û tevlêbûna rastîn de misoger bibe."

El Hecrî di dawiyê de wiha axivî: "Divê Sûriyeyeke sivîl ji sûriyeyiyan re bê avakirin. Hewldanên me di vî warî de hene. Em hêvî dikin ku her kes ji bo avakirina Sûriyeya siberojê hevkar bin."

(şx/fr)

ANHA