Nivîskarê sûriyeyî: Ezmûna Rêveberiya Xweser nimûneya Sûriyeya siberojê ye

Siyasetmedar Mihemed Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk çareseriya siyasî asteng dike û hewl dide vê yekê ji bo dagirkirina herêmên nû û bihêzkirina hebûna xwe bi kar bîne. Mihemed Îsa îşaret bi vê yekê kir ku ji bo çareseriyeke rasteqîn divê sûd ji ezmûna Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were girtin.

Nivîskarê sûriyeyî: Ezmûna Rêveberiya Xweser nimûneya Sûriyeya siberojê ye
26 ÇILE, 2025   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê sûriyeyî Mihemed Îsa rewşa Sûriyeyê piştî ketina rejîma Baasê, çareseriya siyasî ya xitimî û belavbûna komên çekdar nirxandin.

Mihemed Îsa diyar kir ku bi ketina rejîma Esed re ev guhertinên ku di reng û pêkhatina dewleta Sûriyeyê de çêbûne, rewşeke pir dijwar çêkir û got: "Li aliyekê gelê Sûriyeyê bi ketina rejîma totalîter, stemkar, niştimanî ya bi performansa mafyayê û zemîna gendelî û kaosê şa bûn. Di encama siyasetên vê rejîmê re tevgereke şoreşgerî û xwepêşandanên mezin derketin, lê ev tevger ji xet û pîvanên xwe derket û bû sedema şerekî navxweyî û dijminahî. Lê li aliyekî din komên cîhadîst ên di lîsteya cîhanî ya terorê  de desthilata Şamê bi dest xistin. Ev tiştî di çarçoveya lihevkirinên navneteweyî de mîna proseyeke radestkirin û wergirtin çêbû ku heta niha nehatiye deşîfrekirin."

Mihemed Îsa bi bîr xist ku hevbendiya rejîma Baasê ya bi hêzên navneteweyî û herêmî re li hemberî tevgera gel bû sedema mîsogerkirina temenê wê li ser desthilatê û got: "Hiştina rejîmê li ser desthilatê ji îhtîmala ku komîn îslama siyasî ya terorî bibin desthilatdar biçek baştir e.

Îsa bal kişand ser rêveberiya HTŞˈê jî û got: "Desthilata nû bi awayekî sîstematîk desthilat sitemkar kir. Di bin navê rewabûna şoreşê de hikumeteke demkî ragihand. Bi rêya wê dest bi bicihanîna ezmûna xwe ya îslamî ya tundrew kir. Niyetên wê der barê destûreke îslamî de aşkere bûn ku pêwîstiya wê bi sê salan heye heta bê erêkirin. Zêdetirî vê yekê Rêveberiya HTŞ`ê wisa difikire ku heta hetayê bimîne, ew tenê dikare teşeya dewletên, hevalbendiyan û xeyalên xwe yên rewabûnê diyar bike, lewma di vê çarçoveyê de dixwaze bi lez artêşeke îslamî ava bike ku ji komên cîhadî pêk tê. Bang li QSD`ê kir ku tev li wê artêşê bibe. Lê daxuyaniyên nakok derketin. QSD`ê jî ji bo dan û standineke erênî ala şoreşê li ser saziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daliqand. Ragihand ku ew amade ye li gorî hin lihevkirinan ku dê di destûra welêt de diyar bibe, tev li artêşê bibe.

Ji ber ku QSD niha bi parastina herêmê ji êrişên komên girêdayî Tirkiyeyê mijûl e, beşdarbûna artêşa nû di vê demê de û di van şert û mercan de, guman li ser hene, ji wan siyasetên diyar yên Tirkiyeyê ne."

Siyasetmedar Mihemed Îsa di dewama axaftina xwe de bal kişand ser diyaloga di navbera rêveberiya HTŞ û QSDˈê de û ev nirxandin kir: “Leza ji bo pêşbînîkirina encamên diyalogê di çarçoveya destwerdana Tirkiye de tê kirin ku dixwaze hikumeta demkî ya Şeri bi rêve bibe. Niyetên Enqere aşkere ne, dixwaze hêzên Sûriyeyê li dijî QSDˈê bi kar bîne. Enqere dixwaze hêzên HTŞˈê ya bi serkêşiya Şeri bi tevkariya komên bi navê artêşa El Wetenî ber bi şerên li Bendava Tişrîn, Minbicê û deverên din ve bikişîne.”

Ev siyaseta Tirkiyeyê armancên wê yên dîrokî yên dagirkrina axa Ereban û bi taybetî axa Sûriyeyê nîşan dide, weke çawa Lîwa Iskenderon dagir kir û piştre Efrînê û Serê Kaniyê û îro jî hewldanên dagirkirina herêmên peravê yên Sûriyeyê.

ÊRIŞÊN ÇETEYÊN DEWLETA TIRK PÊVAJOYA SIYASÎ ASTENG DIKIN

Derbarê êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Îsa got: "Êrişên berdewam ên Tirkiyê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi rêya komên Artêşa Niştimanî û gurkirina şer û pevçûna, armanca wê ew e ku nakokiyan di navbera pêkhateya Ereb a Sûriyê û QSD’ê de kûrtir bike, ku ev yek dê derfetên çareseriya niştimanî ya pirsgirêka Sûriyê aloz bike û xebatên kongreyeke nîştimanî ya ku biryar e di Sibata bê de were lidarxistin asteng bike. Ev jî derfetên Enqereyê yên ji bo bihêzkirina alîgirên xwe û bicîkirina wan di nav hevbendên desthilatdariya Sûriyê de, berferh bike. "

Nivîskarê sûriyeyî bal kişand ser probagandaya reşkirin û nefretê ya li ser medyaya civakî û wiha got: “Bê guman yek ji erkên herî girîng ên probagandaya li dijî Kurdan ku ji aliyê malper û dezgehên ragihandinê yên girêdayî hikûmeta Tirkiyê ve tê meşandin, ew e ku di navbera projeya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û alîgirên wê de qutbûnekê çêbike, bi rêya derewên mîna cudaxwaziyê, dizîn û alîgiriya Amerîkayê. "

JI BO ÇARESERIYÊ EZMÛNA RÊVEBERIYA XWESER NIMÛNEYEKE SERKEFTÎ YE

Mihemed Îsa her wiha got: “Her lêgerîneke objektîf ji bo riyên ewle yên çareserkirina aloziya Sûriyeyê, divê lêgerîneke wiha be ku nakokiyên di navbera çandên pêkhateyan de bihewîne û rê bide lihevkirina di navbera berjewendiyên van pêkhateyan de. Bê guman lêgerîneke wiha dê me bigihîne ezmûn û nimûneya Rêveberiya Xweser a ku niha li Bakurê Sûriyeyê pêk tê, ku qadeke yek ji sê parên axa welat digire nava xwe.”

Îsa wiha berdewam kir: “Ev azmûna ku di navbera pêkhateyên cuda yên etnîkî û olî de hevgirtineke niştimanî ya mezin pêk anî, ku yek ji girîngtirîn encamên wê têkbirina DAIŞê ya terorîst bû. Her wiha karîbû heta asteke pir girîng ramiyeke aborî, ewlehî û civakî, li gorî herêmên din ên li derveyî bandora wê, pêk bîne. her wiha ji bo jinan jî rêya beşdariya wekhev vekir.”

Îsa di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ew ên dixwazin li dewletek hêjayî xewna pêkhateyên wê  bigerin, dewleta dadmendî û rûmeta neteweyî û li gorî serdemê, divê  Projeya rêveberiyê weke nimûneyeke hêjayî pêkanînê ye bibînin, û wiha ber ber bi projeya Neteweya Demokratîk û civakên demokratîk ve biçin.”

(k)