ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-9-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-9-2024
25 îlon, 2024   02:00

Jinên ku pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a bi navê "Sosyolojiya Azadiyê" dixwînin diyar kirin ku pergalên serdest ku bi awayekî şaş zekaya analîtîk bi kar tînin sedemên jihevxistina civakan e. Jinan got bi xwendina vê pirtûkê gihaştina asteke bilind a têgihaştinê.

Sekreterê Giştî yê Partiya El Weten El Sûrî diyar kir ku îsrara hikumeta Şamê ya redkirina diyalogê bûye sedema domandina krîza Sûriyeyê û bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo berjewendiya Sûriye, gel û yekitiya xaka wê dev ji serhişkiya xwe berde.

Rêveberiya Xweser bi armanca ku malbatên din li kampa Serêkaniyê bi cih bike, kampê berfireh dike.

Bi hevgirtineke civakî ya balkêş, şênî di mehên Îlon û Cotmeha her salê de kom dibin û xaniyên heriyê yên ku ji ber hewayê zirar gihîştiye restora dikin.

Meclisa Giştî ya Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li hola Mişwar a Reqayê têkildarî krîza Sûriyeyê û rola ciwanan di çareserkirina krîzê de komxebateke ʹdiyaloga sûrîʹ li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Têkoşîna Dijî Hişbirê ya kantona Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxa têkildarî hişbir, zirarên wê û çawaniya sînordarkirina belavkirinê panelekê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Şedadê cenazeyê şehîd Ziyad Hesan El Îbrahîm û Ebod El Hemade li goristana şehîdan  a Şedadê oxir dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê bi navê ʹYê ku nayêʹ şanoyekê pêşkêş dike, saet 18:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)