Stranbêj Fetane Welîdî koça dawî kir

Yekem stranbêja jin a Kurd li Rojhilatê Kurdistanê hunermend Fetane Welîdî ku di salên 1970’an de weke jineke serhildêr dest bi karê hunerê kir û weke yek ji stêrên herî geş di huner û muzîka Kurdî de derket, koça dawî kir.

Stranbêj Fetane Welîdî koça dawî kir
24 îlon, 2024   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku hunermenda mezin jina Kurd Fetane Welîdî di 71 saliya xwe de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Fetane Welîdî di sala 1953’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbatek hunerî de ji dayîk bû. Li Dibistana Bilind a Muzîkê ya li Tehranê xwendiye. Fetane di salên 1970’an de bi rêya bavê xwe Mihemed Şerîf Welîdî û bavê endamên Koma Kamkaran Hesen Kamkar cîhana mûzîkê naskiribû.

Bavê Fetane hem kemançeyê lêdida, hem jî dengbêjek serdema xwe bû. Her wiha yekem teşwîqkerê ku Fetane bi cîhana huner û mûzîkê dayî naskirin bû.

Di pêvajoyek rejîma Îranê de dengê jinan qedexe kirî û dilê her kesê dixwest li nava koman dengê jinan jî hebe, Fetane derketiye. Wê di nava komên muzîkê de bi cilên Kurdî û kofiya sineyî straye. Dengxweşa rojhilatî bi demê re tev li gelek bernameyên radyo û tv yan bûye û bi zimanê Kurdî ji kûrahiya dil gotiye. Her çend kariyera Fetane Welîdî demek kurt bû jî, lê wê zêdetirî 56 stran li radyoyên Sine û Kirmaşanê qeyd kiriye. Li gelek deverên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dengê wê yê zelal hatiye guhdarîkirin. Fetane hezkirina welatê xwe bi dengbêjiyê aniye ziman ku çiqasî bi welatê xwe ve girêdayî ye.

Tenê albûmek ya wê berdeste, sedema kêmbûna stranên din jî hîn nayê zanîn.