Îsraîlê êrişî Tertûsê kir

Îsraîlê êrişî bajarê Tertûsê yê Sûriyeyê kir. Her wiha dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku pergala parastinê ya asîmanî li asîmanê armanc bêbandor kirin.

Îsraîlê êrişî Tertûsê kir
25 îlon, 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê êrişa bajarê Tertûsê yê li beravê Deryaya Spî kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Di heman demê de dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê ragihand ku pergala parastinê ya asîmanî gelek moşek bê bandor kirin.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku pergala parastinê ya asîmanî 8 armanc li asîmanê beravê Tertûsê yê Sûriyeyê bê bandor kirin. SOHRʹê diyar kir ku hîna nayê zanîn ku êriş bi moşek an jî balafirên bêmirov pêk hatine.

(fr)