ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 - 6 – 2024
Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê piştgiriya xwe ji berxwedana girtiyên azadiyê re ku di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ne, nîşan da û got: "Armancên me yek in".
Malbatên ku di komkujiya Kobanê de xizmên xwe winda kirine, destnîşan kirin ku di her salvegerekê de birînên xwîn diherikin, lê ew ê ji bo dermankirinê têkoşîna xwe mezintir bikin.
Duryanên girîng ên dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê, di bin navê “Meşa Azadiyê” de, bi wêneyên li ser dîwaran hatine xêzkirin hatin vegotin.
Mûsa El Mûsa, ji bo hezkirina xwe ji çandiniyê re dewam bike, parçeyeke erdê xwe veguhast şitilgehekê. Ev 20 sal e şitilgeh hatiye vekirin û li kantona Tebqayê şitilgeha herî kevn e.
Xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer di çarçoveya daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de meşekê ji Qada Azadî ya Dêrikê ve li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Bi diruşma ˊBi pêşengtiya malbatên şehîdan em ê têkoşîna şoreşgerî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û parastina destkeftiyên şoreşê bilind bikinˊ Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqa li hola Mişwar konferansa xwe ya 4ˊemîn li dar dixe, saet 10:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li Hesekê serdana Mala Êzidiyan û mitranê Suryan-Ertodoks dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Xelkê bajarê Til Temirê li hola Xeyme ya bajêr şehîd Zîlan bi bîr tîne, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)
Kongra Star şaxê Helebê ji bo bîranîna şehîd Zîlan û Sema li taxa Şêxmeqsûdê saet 09:00ˊan û li taxa Eşrefiyê jî saet 12:00ˊan sînevîzyonekê pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)